Fêrgîn Melîk Aykoç
capanik51@hotmail.de
Di xwezayê de du xweþikî, delalî û hêviyên þeyda hene. Yek kulîlkên biharê, yek jî bêguman zarok in. Ew herdû bedewiyên bêguneh niþan û sembolên yêzdanî ne. Dijminahiya wan, dijminahiya li hember Xweda ye.
Zarok ne tenê kulîlk, þîrînî û þahiya berdilê dayîk û bavan in, ew coþ û giyana hevgirtina civakê ne jî. Ew her dem bêhay, bê sûç û bêtewan in. Ew ferîþtekên bihûþta cihana mirovahiyê ne. Ew di heman demê de neynika gel û dewletan in. Mirov li rewþa zarok û perwerda zarokan binêre, mirov dikane têbigihîje, ka ew gel û dewlet xwedanê çi sazûman û pêþketinê ne û gihiþtine çi astî.
Dewleta tirk ji avabûna xwe vir ve ji ber ku ji rastiya xwe ya li ser xwîna gelan avabûye ditirse, herî zêde êriþê ser zarokan û dayikan dike. Bi êriþa serzarokankirinê re hem xwînxwariya xwe nîþan dide, hem jî bi gelan dide xuyakirin ku ew dijminê siberoj, xweþikî, aþitî û mirovahiyê ne. Di kujeriya ermenî, suryanî û di kujeriyên tertela þêx Said, Zîlan, Dêrsim de bi hezaran zarok li ser sunguyên leþkerên vê dewleta dijminî rindî û bedewiyê, can dan. Dibe ji wê be, gava gelê me behsa wan kujeriyan dike. Dibêjin: „Dergûþ jî di ser sunguyên tifingan re kirine.“ Tenê bi wê cinawiriyê jî nemane. Li ber çavên dê û bavan serê zarokan pelixandine. Va çend sal in jî, bi wayekî hovane li ber çavên hemû cihanê milê zarokan diþkênînin, bi qundaxên tifingan serê zarokan parçe dikin. Zarokan didin ber gulebaranê.